Meclîsa Jinên Diyarbekirê yên HDP’ê li ser mijara Semra Guzel daxuyanî da
Navenda Nûçeyan (K24) – Meclîsa Jinanên Bajarê Diyarbekirê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser parlamentera HDPê Semra Guzel ku weneyê wê bi endamekî PKKê re hatibû weşandin û di derheqê wê de, li parlamentoya Tirkiyeyê; bi mebesta amadekirina fezleyekeyê lêpirsîn hatiye destpêkirin, daxuyanî dan.
Berdevka Meclîsa Jinên HDP’yî ya Diyarbekirê Yasemîn Uçer daxuyand, her ku hikumet tengav dibe û wek polîtîka dixitime, êrişên xwe li ser endam û rêvebirên HDPê zêde dike. Uçer anî ziman ku wêneyê Semra Guzel, di serdema pêvajoya aştî û çareseriyê de hatiye kişandin ku wêneyên gelek kesan yên bi wî rengî hene. Uçer ragihand ku ew xwedî li wê pêvajoyê derdikevin û di ser wan wêne û hevdîtinan de, reşkirina siyasetmedaran qebûl nakin.
Parlamentera HDPê ya Diyarbekirê Dersîm Dag jî, bal kişand ku bi ser Semra Guzel ve, êriş li hemû jinên Kurd tê kirin û TJA jî tê reşkirin, lê ew hem li nasnameya xwe ya jinîtî xwedî derdikevin, hem jî li sazî û rêxistinên xwe.
Hêjayî gotinê ye ku piştî, wêneyê Semra Guzel ku di sala 2014’an de bi endamekî PKK’ê re hatibû kişandin, li ser madyayê hat weşandin û di der heqê Semra Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin, bi mijarê ve girêdayî, serdegirtina li avahiya Partiya Heremên Demoratîk (DBP) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Diyarbekirê hatibûn kirin û Hevseroka DBPê ya Diyarbekirê Seval Gumez û Sekreterê ÎHD a Diyarbekirê Ferhat Berkpinar hatibûn desteserkirin û girtin.