Li Herêma Kurdistanê 1161 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1161 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1161 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1161 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 600 kes li Hewlêrê, 109 kes li Silêmaniyê, 433 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 9 kes li Germiyanê û 7 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 5 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 4 kes li Hewlêrê û 1 kes li Duhokê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1796 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 1066 kes li Hewlêrê, 216 kes li Silêmaniyê, 436 kes li Duhokê, 7 kes li Helebceyê, 66 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 416319
Mirin: 7261
Başbûn: 391870
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.