Firokeyên Tirkiyê baregehên PKKê bombebaran kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Tirkiyê baregehên PKKê li devera Biradost a Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.

Rêveberê Şaredariya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji K24ê re ragihand, îro demjimêr 11:45, firokeyên şer ên Tirkiyê baregehên PKKê li zozanên Berbezîn û çiyayê Bolê bombebaran kirin.

Îhsan Çelebî got: “Ji ber ku baregehên PKKê li wan deveran hene, welatiyên sivîl lê nemane, herwiha di vê werza Zivistanê de jî koçer neçûne wan deveran, ji ber wê ziyanên canî di nava sivîlan de çênebûne.”

Derbarê ziyanên PKKê de, Rêveberê Şaredariya Sîdekanê destnîşan kir, ti agahiyên wan derbarê ziyanên PKKê de tune ne.