Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata Yeşar Hazim Beg

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbat û kesûkarên kesayetê naskirî Yeşar Hazim Beg kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbat û kesûkarên kesayetê naskirî Yeşar Hazim Beg kir.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Behî û serxweşiya xwe arasteyî malbat û kesûkar û dost û nasyarên Xwedê lê xoşbûyî Yeşar Hazim Beg Yûsif Paşa Şemdîn Axa kesayetiyê navdar ê Kurdistanê dikim û hevpişkê xema wan im.

Xwedayê mezin giyanê wî bi beheştê şad bike û sebr û hedarê bide hemû aliyan.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê