Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Qeterê pêwendiyeke telefonî encam dan

Herdu alî hevnêrîn bûn li ser pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan, bi taybetî di warê bazirganî û veberhênanê de.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê êvarê 8ê Sibata 2022yan pêwendiyeke telefonî ji Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdurehman Al Sanî pê gihîşt.

Di pêwendiya telefonî de li ser rewşa giştî ya Iraqê û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên navbera Qeter û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Herdu alî hevnêrîn bûn li ser pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan, bi taybetî di warê bazirganî û veberhênanê de.