Li Herêma Kurdistanê 8 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1149 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) –  Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1149 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 8 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de  1149 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 545 kes li Hewlêrê, 142 kes li Silêmaniyê, 430 kes li Duhokê, 7 kes li Helebceyê, 19 kes li Germiyanê û 6 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 8 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1326 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 882 kes li Hewlêrê, 99 kes li Silêmaniyê, 290 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 42 kes li Germiyanê û 10 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 418547

Mirin: 7277

Başbûn: 394687

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.