Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî da Nûnerê Hikûmeta Herêmê yê li Swîsreyê
Ji ber koça dawî ya birayê Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Swîsreyê Fewzî Qedûr.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 9ê Sibata 2022yan di pêwendiyeke telefonî de sersaxî li Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Swîsreyê Fewzî Qedûr kir ji ber koça dawî ya birayê wî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe anî ziman û hêvî xwest, Xwedayê mezin ruhê Xwedê jê razî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide malbata wan.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Swîsreyê spasî û pêzanînên xwe û yên malbata xwe ji bo pêwendiyê û sersaxiyê pêşkêşî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir.