"Tevger û êrîşên DAIŞê li sînorên Herêma Kurdistanê zêde bûne"

Di rapora herî dawî ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser gefên DAIŞê de behsa Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Hewlêr (K24) – Di rapora herî dawî ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser gefên DAIŞê de behsa Herêma Kurdistanê hatiye kirin, di raporê de hatiye ragihandin ku êrîşên DAIŞê li sînorên Herêma Kurdistanê zêde bûne.

Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya çardehemîn de ku li ser gefên paşmayiyên DAIŞê li Iraq û Sûriyê hatiye amadekirin, behsa Herêma Kurdistanê tê kirin û di raporê de hatiye diyarkirin ku hîn jî şiyana DAIŞê ya encamdana êrîşan heye û bi awayekî komî êrîş dikin.

Li gor rapora Neteweyên Yekbûyî, piraniya êrîşan li derdora Kerkûk, Diyala û Selahedîn hatine kirin.

Rapor behsa wê yekê jî dike ku tevger û çalakiyên DAIŞê li nêzîkî sînorên Herêma Kurdistanê zêde bûne û êrîşa herî bi xwîn di Kanûna 2021ê de bûye, ku di wê êrîşê de 13 kes şehîd bûn.

Her di vê çarçoveyê de Nûnerê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî balê dikşîne ser rapora herî dawî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya derbarê zêdebûna gef û metirsiyên DAIŞê de û dibêje: “Divê em bi hev re zextê li ser DAIŞê zêde bikin.”

Rapora Neteweyên Yekbûyî destnîşan dike ku tevger û êrîşên DAIŞê li derdora Herêma Kurdistanê zêde bûne û êrîşa rêxistina DAIŞê ya herî bi xwîn di meha Kanûna sala borî de bûye.