Li Sûriyê 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê ragihand, 3 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tenduristiya ya Sûriyê amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê li herêmên di bin kontrola hikûmata Sûriyê de belav kirin û diyar kirin.

Wezaretê diyar kir jî, di 24 demjimêran de 3 kesan bi wê vîrûsê canê xwe ji dest dane û 124 haletên pêketina bi Koronayê ketine tomarkirin. Herwiha 340 kes ji vê nexweşiyê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Sûriyê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 52243 kesan, ji wan jî 3017 kesan canê xwe ji dest dane.

Rêxistinên navdewletî dibêjin, amarên ku hikûmeta Sûriyê derbarê belavbûna vîrûsa Koronayê de belav dike ne rast in û hejmara kesên bi vîrûsê canê xwe ji dest dane, ji yên hatine ragihandin zêdetir e.