Baroya Şirnexê ji bo betalkirina zamên elektirîkê serî li dadgehê da
Navenda Nûçeyan (K24) – Baroya Şirnexê derbarê zamên ku di sersalê de bo elektirîkê hatibû kirin doz vekir û daxwaz hat kirin ku zamên hatine kirin werin betalkirin. Baroya Şirnexê dibêje eger zam betal bibin dê welatî bikaribin pereye xwe jî bistînin.
Di demên dawî de ji ber xercenîşên elektirîkê yên bilind li gelek bajaran xwepêşandan tên kirin û welatî ji ber zamên elektirîkê nerazîbûnên xwe nîşan didin. Baroya Şirnexê jî derbarê zamên ku di sersalê de bo elektirîkê hatibûn de doz vekir.
Di daxwaznameya dozê ya bo betalkirina zamên elektirîkê de tê amajekirin ku zamên hatine kirin li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û li dijî xala 10. a Makezagona Tirkiyeyê ye.
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz amaje kir ku zamên bo elektirîkê hatine kirin li dijî hêmana wekheviyê ye û ku hêmana wekheviyê jî di bin gerentiya dewletê de ye.
Ji bo ku pêşkêşî Dadgeha Şewrê Ya Bilind were kirin daxwazname radestî Dadgeha Hiquqê ya Esliye ya Nobetdar a Cizîrê hat kirin.
Lijneya Rêkûpêkkirina Bazara Enerjiyê ya Tirkiyeyê ji serê salê pê de di navbera %50 û %125 de zam bo elektirîkê kiribû û di encamê de xercenîşên elektirîkê yên gelek kargeh û malan 2-3 qat zêdetir hatibûn ku ev yek bûbû sedema nerazîbûnên girseyî û li gelek bajaran hîn jî xwepêşandan didomin.
Ji bo ku pêşkêşî Dadgeha Şewrê ya Bilind were kirin, daxwazname radestî Dadgeha Hiquqê ya Esliye ya Nobetdar hat kirin.
Baroya Şirnexê balê dikêşe ku heke biryara zamê were betalkirin ku dê welatî jî bikaribin pereyên girêdayî zamê ji wan hatine sitandin bistînin.