Wezîrê Perwerde: Di kabîneya nehem de 55 dibistan hatine avakirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê razemendî li ser avakirina 30 dibistanên din jî daye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Perwerde yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di heyama destbikarbûna kabîneya nehem ve, heta niha 55 dibistan hatine avakirin.
Wezîrê Perwerde Alan Hemeseîd di merasîma vekirina dibistaneke 18 polî li komelgeha Pêrzîn a Hewlêrê de ragihand, ew dibistan bi têçûna 1 milyar û 841 milyon dîranan, ev dibistan hatiye avakirin.
Diyar kir jî, “Di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de 55 dibistan hatine avakirin û razemendî li ser 30 projeyên din jî hatiye dayîn. Ew proje bi 23 milyar û 600 milyon Dînaran tên avakirin.”
Wezîrê Perwerde got jî: “Îsal budceyeke din a taybet ji bo avakirina dibistanan ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê were terxankirin.”