Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Nûnerê Deutsche Bahn projeya rêya hesin gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Rêveberê Cîbicîkar ê Ewropa û Rojhilata Navîn yê Kompaniya Rêya Hesin a Almanî “Deutsche Bahn” kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 10ê Sibata 2022yan pêşwazî li Rêveberê Cîbicîkar ê Ewropa û Rojhilata Navîn yê Kompaniya Rêya Hesin a Almanî “Deutsche Bahn” Vincent van Houten kir.

Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Almanya yê li Hewlêrê Klemens Semtner jî amade bû, Nûnerê Kompaniya Deutsche Bahn kurteyek derbarê hevfêmkirina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Kompaniya Deutsche Bahn de pêşkêş kir ji bo şêwir û serperiştîkirina rêya hesin li Herêma Kurdistanê.

Nûnerê Kompaniya Deutsche Bahn diyar kir ku ev pêngava destpêkê ye ji bo dest bi vê projeya girîng bikin ku ji çend qonaxan pêk tê û ji aliyê çend kompaniyên cuda ve tê encamdan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li girîngiya encamdana vê projeya stratejîk kir bi arasteya avakirina jêrxaneke bihêz a aboriyê ji bo Herêma Kurdistanê û girêdana bajar û navçeyan û pêşvebirina danûstandina bazirganiyê ya navbera Herêma Kurdistanê û navçeyên din ên Iraq û welatên cîran û cîhanê.