Mesrûr Barzanî: Êrîşa ser Balafirgeha Ebhayê şermezar dikim
Nîgeraniya xwe li ser zêdebûna êrîşên bi dronan nîşan da.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa ser Balafirgeha Ebhayê ya li Erebistana Siûdî şermezar kir û nîgeraniya xwe li ser zêdebûna êrîşên bi dronan nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez bi tundî êrîşa îro ya li ser Balafirgeha Ebhayê şermezar dikim.”
Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir: “Ez ji zêdebûna êrîşên bi rêya dronan nîgeran im, bi taybetî li dijî jêrxana aboriya medeniyane.”
Di beşeke din a twîtê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevsozî û piştevaniya xwe ji bo gel û hikûmeta Erebistana Siûdî nîşan daye.
Îro Hûsiyên Yemenê bi rêya dronan êrîşî balafirgeha sivîl a Ebhayê ya li Erebistana Siûdî kir.
I strongly condemn today’s attack on Abha airport. I’m concerned by the recent increase in drone attacks, especially on civilian infrastructure. My thoughts are with the people and government of Saudi Arabia -mb.
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) February 10, 2022