Di rojekê de 984 kes bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 984 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) –  Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 984 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de  984 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 463 kes li Hewlêrê, 104 kes li Silêmaniyê, 384 kes li Duhokê, 10 kes li Helebceyê, 23 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 5 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê û 2 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1517 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 895 kes li Hewlêrê, 170 kes li Silêmaniyê, 413 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 37 kes li Germiyanê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 420516

Mirin: 7287

Başbûn: 397662

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.