Hak-Par 20 saliya xwe pîroz dike
Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) 20emîn salvegera damezrandina xwe li Diyarbekirê pîroz dike.
Diyarbekir (K24) - Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) di 20emîn salvegera damezrandina xwe de, li Diyarbekirê bi rêveberên partiyê re civînan lidar dixe û bi lidaristina şeveke hevkariyê îşev 20 emîn salvegera xwe pîroz dike.
Şeva hevkariyê ya Hak-Parê dê bi beşdariya endam û rêveberên wê partiyê, Serokê berê yê Hak-Parê Kemal Burkay û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî, bê lidar xistin.
Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) di 11ê Sibata 2002yan de, ji aliyê siyasetmedarên demokrat, neteweperwer, oldar û çepgir yên li Bakurê Kurdistanê ve hatibû damezrandin û yekem Serokê wê yê Giştî jî merhum Evdilmelîk Firat bû.