Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo koça dawiyê ya Patriyark Mar Eday peyameke sersaxiyê belav kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiya xwe arasteyî bawermendê Kenîseya Kovin a Rojhilat kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de sersaxiya xwe arasteyî bawermendê Kenîseya Kovin a Rojhilat kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Ji bo koça dawiyê ya Qedaseta Patriyarkê Keniseya Kevin a Rojhilat Patriyark Mar Eday ya Duyem, pirse û sersaxiyê arasteyî bawermendên Kenîseya Kevin a Rojhilat û xwişk û birayên Kiristiyanî li Herêma Kurdistanê û Iraqê dikim û xwe bi hevbeşê wan dizanim.”

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat jî: “Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide hemû aliyan.”