Dadgeha Federalî di dosya Hoşyar Zêbarî de biryar da
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Federalî ya Iraqê namzetiya Hoşyar Zêbarî ji bo postê Serokkomariya Iraqê red kir.
Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê îro derbar dosyaya namzetiya Hoşyar Zêbarî de biryar da û namzetiya wî ji bo postê Serokkomarê Iraqê red kir, ji ber ku namzetiya wî bi yasaya serokatiyê re nagunce.
Roja 6ê vê mehê li ser giliya çend parlamentaran, Dadgeha Federalî biryar da bi awayekî demkî namzetiya Hoşyar Zêbarî bo posta Serokkomariya Iraqê were rawestandin, heta ew gilî tên yekalîkirin.
Pêştir Hoşyar Zêbarî ragihandibû, ew ê pabendî her biryareke dadgehê bibe.