Veşargeheke DAIŞê li Kerkûkê hat bombebarankirin

Veşargeha teroristan ji aliyê firokeyên F-16 ve hat wêrankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Veşargeheke DAIŞê li Kerkûkê hat bombebarankirin û 20 mûşek li deşta Neynewayê hatin dîtin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê belav kir, di operasyonekê de veşargeheke DAIŞê li geliyê Zexêtûn li başûrê Kerkûk hat bombebarankirin.

Diyar kir jî, operasyon bi riya firokeyên F-16 hate kirin û veşargeha teroristan hat wêrankirin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê destnîşan kir, ew ê piştre hûrgiliyên zêdetir derbarê vê operasyonê de ragihînin.

Ji aliyekî din ve, li navçeyeke deşta Neynewayê, 20 mûşek hatin dîtin. Herwiha li bakurê Bexdayê jî çekdarekî DAIŞê û 15 bombeyan hatin desteserkirin.