Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 65 kes hatin binçavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li hejmarek bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê 65 kes bi tometa amadekariya çalakiyan bo 15’ê Sibatê roja, hatin binçavkirin.
Hêzên Ewlekariya Tirkiyeyê, li bajarên Edene, Mêrsîn û Dîlok, bi tometa amadekariya çalakiyên salvegera girtina rêberê PKKê Abdulla Ocalan di 15’ê Sibatê de, operasyonên berfireh dan destpêkirin.
Li gor agahiyên destpêkê, li Mêrsînê 43, li Edeneyê 14, li Dîlokê jî 8 kes hatin binçavkirin.
Abdulla Ocalan 15’ê Sibata 1999 li paytexta Kenyayê hatibû girtin û dadgehên Tirkiyeyê cezaya zindankirina hetahetayê li ser sepandiye.