HSDê berpirsekî DAIŞê li Reqayê desteser kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) girtina finansmanê DAIŞê li bajarê Reqayê ragihand.
Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand, hêzên wan terorîstek ku berpirsê belavkirina pereyan û fînansmanê şaneyên terorîst ên DAIŞê li navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê bû, herwiha wî alîkarî jî digihandin malbatên endamên DAIŞê li kampa Holê, desteser kiriye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, terorîstê bi navê Mihemed Ehmed Kerez li xwe mikur hat ku wî pere ji aliyên ku di nav axa Tirkiyê û Idlibê de ne werdigirtin û li bakurê rojavayê Sûriyê û piştre li şaneyên terorîst ên DAIŞê belav dikir.
Diyar kir jî, Mihemed Ehmed Kerez ji bajarê El-Babê ye û li xwe mikur hatiye ku wî şanek ava kiriye û di bin gefê de bazirganên bajarê Reqayê neçar dike ku pereyên di bin navê (zekat) de bidin û piştre ew wan pereyên berhevkirî radestî şaneyên DAIŞê dike.
HSD got, Mihemed Ehmed Kerez di operasyoneke ewlekarî de hatiye girtin û diyar kir jî, wî di operasyona xwe de, bombeyek wergirtibû ji bo li ber dikaneke bajêr biteqîne.