Lavrov: Hîn derfeta rêkeftinê heye
Vladimir Putin ragihandiye; hîn derfteta rêkeftinê maye ligel NATO û hêzên rojava.
Hewlêr (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin careke din hewldanên NATOyê yên ji bo mayînê red dike û dibêje: “Ev kar bêdawî ye û gelek metirsîdar e.”
Ajansên nûçeyan ên Rûsyayê çend zanyarî ji zarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov belav dike ku Vladimir Putin ragihandiye; hîn derfteta rêkeftinê maye ligel NATO û hêzên rojava.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand; Amerîka û NATO li ser komek mijarên ewlehiyê amade ne gotûbêj bikin û got: “Em hewl didin bersiveke rojava li ser baweriyên ewlehiyê werbigrin, bi taybetî li ser endambûna Ukraynayê di rêzên NATOyê de.”