Wezareta Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan derbarê DAIŞê de civiyan

Li ser liv û tevgerên DAIŞê yên li sînorê deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Hêzên Pêşmerge li eniyekî dijî DAIŞê, wêne: arşîv
Hêzên Pêşmerge li eniyekî dijî DAIŞê, wêne: arşîv

Hewlêr (K24) – Birîkarê Wezareta Pêşmerge ligel şêwirmendê bilind ê Hevpeymaniya Navdewletî derbarê liv û tevgerên DAIŞê yên li sînorê deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û girîngiya operasyonên hevbeş de civiya.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand; îro 14ê Sibata 2022yan, Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ligel şêwirmendê bilind ê hêzên Hevpeymanan ê li Iraqê Kolonel Tad Boros civiya.

Li gor daxuyaniya wezaretê, di civînê de behsa mijara yekkirina hêzên 70 û 80 yên Pêşmerge hat kirin û bal kişandin ser liv û tevgerên DAIŞê, bi taybetî li sînorê deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê û girîngiya operasyonên hevbeş.

Wezareta Pêşmerge ragihand; kontrolkirina û fermandekirina hêzên Pêşmerge û pêngavên pêkanîna du lîwayên hevbeş di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de, mijareke din a civînê bû, her du alî li ser berdewambûna alîkariyên Hevpeymanan bo hêzên Pêşmerge hevnêrîn bûn.