Nêçîrvan Barzanî: Yekrêzî yekane rêya serkeftin û parastina destkeftan e

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku mercê serkeftin û derbaskirina vê qonaxê, tenê yekrêzî û yekgirtin e.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku mercê serkeftin û derbaskirina vê qonaxê, tenê yekrêzî û yekgirtin e û got: “Em bi tenê dikarin bi yekrêziyê deskeftên Herêma Kurdistanê biparêzin.”

Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî merasîma yekem salvegera koça dawî ya siyasetmedarê Kurd Dr. Roj Nûrî Şawês bû û tê de gotarek pêşkeş kir.

Siyasetmedar û Endamê Polîtboruya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Dr. Roj Nûrî Şawês,  bi sedema nexweşiyekê di temenê 74 salî de li Hewlêrê koça dawî kiribû.

Nêçîrvan Barzanî di merasîma salvegera koça dawî ya Dr. Roj Nûrî Şawês ragihand, tenê dê bi yekrêziyê vê qonaxê derbas bikin ji ber ku bi veqetiyanê çi bi destê ti aliyekî Kurdistanî nakeve.

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de bal kişand li ser yekrêziyê û got: “Bi bihevrebûnê, gelek destkeft bidest dikevin, bi piştrastî ve, bi veqetiyan û cûdabûnê, çi aliyekê Kurdistanê dest nakeve. Eger em yekrêz nebin, bi ti awayî em nikarin destkeftên xwe biparêzîn û pêş bêxîn.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha amaje bi yekê kir ku yekrêzî dikare destkeftên Herêma Kurdistanê biparêze û got: “Dr. Roj jî ji bo parastina wan deskeftiya gelek ciddî bû. Ji bo vê jî çi PDK û çi YNK û çi partiyên siyasî yên Kurdistanê tişta ku îro li cem me heye bi saya têkoşîna Roj û hevalên din e.''

Nêçîrvan Barzanî li ser rola Dr. Roj Nûrî Şawês jî got: "Di danûstandinan de birêz Roj her tim hewl da ku tiştên hevbeş peyda bike, da ku her kes xwe di danûstandinan de serkeftî bibîne, ev jî pir taybet bû."