Mesrûr Barzanî: Me di roja yekem a geşta xwe de serdana Saziya Qeterê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa taybetmendiyên Saziya Qeterê dike.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku li ser vexwendina Mîrê Qeterê serdana Dohayê kiriye, ragihand: “Me îro serdana Saziya Qeterê (Qatar Foundation) kir.
Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê facebookê ragihand: “Îro di roja yekem a serdana xwe ya bo Qeterê de li Dohaya paytext, me serdana Saziya Qeterê (Qatar Foundation) kir, ku armanca wê qezenc nîne ji bo karûbarên lêkolîn, perwerde û pêşvebirina civakê.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser vexwendina Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî îro gihîşte Qeterê û li Dohaya paytext ji aliyê Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve Sultan Bin Se'd û hejmarek rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di serdana xwe de, ji bilî civîna ligel Mîrê Qeterê, dê ligel rayedarên din ên payebilind ên Qeterê jî bicive. Armanca vê serdanê, gotûbêjkirina pêşvebirina pêwendiyên dualî yên li ser danûstandinên bazirganî, veberhênan, enerjî û çandiniyê ye.