Dije-Terora Iraqê bi hemahengiya Asayîşa Hewlêrê 5 terorîst desteser kirin

"Pênc terorîstên ku di vê proseyê de hatine desteserkirin, ser bi rêxistina terorê ya DAIŞê ne."

Desteserkirina pênc terorîstên DAIŞê
Desteserkirina pênc terorîstên DAIŞê

Hewlêr (K24) – Dezgeha Dije-Terora Iraqê ragihand; wan bi hemahengiya ligel Asayîşa parêzgeha Hewlêrê, 5 terorîst desteser kirine.

Di daxuyaniyê de ku Dezgeha Dije-Terora Iraqê li ser rûpela xwe ya medyaya civakî ya facebookê belav kiriye, ragihand; li ser fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî ji bo desteserkirina terorîstên DAIŞê û li ser ronahiya encamên hewldanên berhemdar ên serdana Serokwezîr bo parêzgeha Hewlêrê, Dezgeha Dije-Terorê bi hemahengiya ligel Asayîşa Hewlêrê, 5 terorîst hatin desteserkirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku ew pênc terorîstên ku di vê proseyê de hatine desteserkirin, ser bi rêxistina terorê ya DAIŞê ne.

Fly Erbil Advertisment