Li Herêma Kurdistanê 4 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 943 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 12 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 943 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 400 kes li Hewlêrê, 132 kes li Silêmaniyê, 383 kes li Duhokê, 12 kes li Helebceyê, 1 kes li Raperînê û 15 kes li Germiyanê ne .
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 12 kesan canê xwe ji dest dan, ji wan 6 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Duhokê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1554 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 424867
Mirin: 7324
Başbûn: 403906
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.