NATO: Rûsya ti nîşaneyên kêmkirina aloziyê nedaye

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg: Di derbarê kêmkirina rageşiya Rûsyayê li nêzî Ukraynayê de hîn ti nîşan tune

Jens Stoltenberg
Jens Stoltenberg

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand, heta niha ti nîşane tune ne ku Rûsya kar li ser kêmkirina aloziyê dike.

Stoltenberg beriya civîna wezîrên berevaniyê yên NATOyê diyar kir, heta niha ti nîşanên kêmkirina rageşiyê tune ne û Rûsya berdewam e li komkirina hêzên xwe li nêzîkî Ukraynayê, tevî ku ragihandiye ku ew leşkeran ji sînor vedikişîne.

Stoltenberg got jî: “Me ji Moskoyê sînyalên derbarê amadehiya wê ya ji bo berdewamkirina hewldanên dîplomatîk bihîstiye, lê heya niha me li ser erdê ti kêmkirina rageşiyê nedîtiye, berovajî vê yekê xuya ye ku Rûsya komkirina hêzên xwe didomîne.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê tekez kir, riya herî baş ji bo gotûbêjkirina sînordarkirina çekên mûşekî û çekên êrîşkirinê bi Rûsyayê re, danûstandinên rasterast in.

Stoltenberg amaje bi wê da: NATO hevpeymaniyeke berevaniyê ye û gefê li Rûsyayê naxwe.

 

Fly Erbil Advertisment