Asayişa Hewlêrê û Dijeterora Kurdistanê bazirganekî Rûsî rizgar dikin

Hewlêr (K24) – Di operasyoneke hevbeş a Asayişa Hewlêrê û Dijeterora Kurdistanê de, bazirganekî Rûsî ku ji aliyê grûpekê ve hatibû revandin, rizgar dikin û endamên wê grûpên desteser dikin. Hûrgiliyên bûyerê û operasyona rizgarkirinê jî di bernameya “Şûnpençe” ya K24ê de dê were weşandin.

Bazirganekî Rûsî ji bo karê baziganiyê bi çend kesan re ji Bexdayê serdana Hewlêrê kirin û li Hewlêrê ji aliyê grûpekê ve hat revandin.

Di wê derbarê de, Berdevkê Asayişa Hewlêrê Sebah Xidir ragihand, li ser daxwaza hikûmeta Rûsyê, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê hêzeke hevbeş a Asayişa Hewlêrê û Dijeterorê erkdar kir, ji bo wî bazirganê Rûsî rizgar bikin û endamên wê grûpên jî desteser bikin.

Piştî çend rojan ji revandina wî bazirganê Rûsî, endamên wê grûpê pêwendî bi malbata wî kirin û li hember berdana wî daxwaza 200 hezar Dolar kirin.

Malbat wî bazirganê Rûsî hikûmeta welatê xwe bi revandinê agahdar kir, hikûmeta Rûsyayê jî bi riya Konsulê welatê xwe li Hewlêrê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê agahdar kir û daxwaza alîkariyê kir. Li hemberê jî Wezareta Navxwe, hêzeke hevbeş a Asayişa Hewlêrê û Dijeterorê erkdar kir, ji bo çarenivîsa wî bazirganî diyar bikin û endamên wê grûpên jî desteser bikin.

Berdevkê Asayişa Hewlêrê derbarê operasyona rizgarkirina bazirganê Rûsî de ji K24ê re ragihand, piştî 48 demjimêran ji pêwendiya Konsulê Rûsî, hêza hevbeş a Asayişa Hewlêrê û Dijeterorê karî wî bazirganê Rûsî rizgar bikin û tevahiya endamên wê grûpê jî desteser bikin.

Hûrgiliyên operasyona rizgarkirina bazirganê Rûsî û desteserkirina endamên grûpa deryasayî, îro demjimêr 21:30 di bernameya “Şûnpence” ya Kurdistan24ê de tê weşandin.