Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî Konferansa Munichê dibe
Koferansa Asayîşê ya Munichê sibe înê dest pê dike û dê du roj bidome.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî Konferansa Asayîşê ya Munich dibe.
Koferansa Asayîşê ya Munichê sibe înê 18ê Sibata 2022yan dest pê dike û dê du roj bidome.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî serdana xwe ya bo Qeterê û civîna ligel rayedarên payebilind ên Qeterê, ber bi Almanyayê bi rê ket.
Îsal 58emîn Konferansa Munichê tê lidarxistin û rayedarên welatên cuda cuda yên ji Ewropa û Rojhilata Navîn û Amerîka beşdar dibin.
Ji ber rêkarên li ser vîrusa Koronayê (Covid-19), tê çaverêkirin li gor salên borî îsal hejmareke kêmtir serok û serkirdeyên welatên cîhanê di konferansê de amade bin.
Biryar e di konferansê de Mesrûr Barzanî hevdîtin û civîn ligel hejmarek serok û rayedarên payebilind ên welatên Rojhilata Navîn û Ewropa û Amerîkayê bike.
Gefa terorê, rewşa asayîşa navçeyê û bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel civaka navdewletî, mijarên sereke yên civînên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel serok û rayedarên welatên cîhanê dibe.