Mesrûr Barzanî: Ez kêfxweş im ku beşdarî 58emîn Konferansa Munichê dibim
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku sibe dê li Almanyayê beşdarî Konferansa Asayîşê ya Munichê bibe.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku sibe dê li Almanyayê beşdarî Konferansa Asayîşê ya Munichê bibe, ragihand: “Ez kêfxweş im ku beşdarî 58emîn Konferansa Munichê dibim.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ev konferans di demekê de birêve diçe ku bêmitmaneyiyeke mezin li ser asayîşa cîhanê û aboriya cîhanê li holê ye.”
Mesrûr Barzanî tekez kir: “Em ê hewl bidin ku nêrîna xwe di vê konferansê de eşkere bikin.”
I’m delighted to return to Munich for the 58th @MunSecConf. We meet at a moment of great uncertainty for global security and the global economy. And I look forward to adding our voice to #MSC2022 debates -mb.
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) February 17, 2022