Washington: Rûsyayê Cîgirê Balyozê Amerîkayê ji Moskowê der kir

"Em rêkarên bersivdana Moskowê gotûbêj dikin."

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîkayê ya li Moskowê ragihand; desthilatdarên Rûsyayê, Cîgirê Balyozê Amerîkayê Bartla Gorman ji Moskowê der kir.

Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê ya li Moskowê bi daxuyaniyekê ragihand: “Rûsya Cîgirê Şanderê Dîplomasiyê yê Amerîkayê Bartla Gorman der kir, ku li Rûsyayê duyem berpirsê mezin ê Balyozxaneya Amerîkayê ye.”

Herwiha diyar kir: “Amerîka derkirina Cîgirê Balyozê xwe ji aliyê desthilatdarên Rûsyayê ve, weke pêngaveke ber bi alozkirina rewşê dibîne û em rêkarên bersivdana Moskowê gotûbêj dikin.”