Li Rojavayê Kurdistanê 97 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên pêketin û canjidestana bi vîrûsa Koronayê ragihand.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên pêketin û canjidestana bi vîrûsa Koronayê ragihand.
Li gor daxuyaniya Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser di 24 demjimêrên borî de 97 kesên din bi Koronayê (Covid-19) ketine.
Hat ragihandin ku di 24 demjimêrên borî de ti kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest nedane û 7 kesan jî ji vê nexweşiyê baş bûne
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 38214 kesan, ji wan jî 1539 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Herwiha heta niha 2543 kes ji vîrûsa Koronayê rizgar bûne.