Soylu hejmara welatiyên Sûrî yên nasnameya Tirkiyê wergirtine eşkere kir
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand ku li Tirkiyê ji bo 193 hezar û 293 koçberên Sûrî nasnameya Tirkiyê hatiye dayîn.
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand ku li Tirkiyê ji bo 193 hezar û 293 koçberên Sûrî nasnameya Tirkiyê hatiye dayîn. Soylu herwiha dibêje zêdeyî 700 hezar zarokên Sûrî li Tirkiyê ji dayik bûne.
Suleyman Soylu ragihand ku li seranserê Tirkiyê 3 milyon 736 hezar û 91 koçberên Sûrî hene ku ji sedî 4.23 tevahiya nişteciyên Tirkiyê pêk tînin û got; ji wan bo 193 hezar û 293 Koçberên Sûrî nasnameya Tirkiyê hatiye dayîn ku 84 hezar û 152 kes ji wan zarok in.
Wezîrê Naxwe yê Tirkiyê dibêje ji tevahiya 3 milyon 700 hezar penaberên Sûrî, ji sedî 71.07ê wan cihên wan ên niştecîbûnê û cihên wan ên kar hatine tomarkirin û ji bo tomarkirina navnîşana penaberên mayî jî kar berdewam in.
Suleyman Soylu diyar kir: “Penaberên Sûrî %25 rûniştvanên hejmarek parêzgehan pêk tînin, ji bo ku ew rêje zêdetir nebe, me biryar daye êdî li wan parêzgehan mafê niştecîbûnê bi penaberên Sûrî neyê dan û li parêzgehên din muameleyên wan bên kirin.”
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê destnîşan kir ku ji niha pê ve ew ê dana mafê niştecîbûna xelkê biyanî li Tirkiyê sînordar bikin û got, di nava 5 salan de nêzîkî 620 hezar koçber ji Tirkiyê ve ber bi welatên rojava ve çûne, 306 hezar û 138 koçberên Efxan, Pakistanî û Efrîqayî bo welatên wan hatine vegerandin û 484 hezar û 400 penaxwazên Sûrî jî bi dilê xwe vegeriyane welatê xwe.
Suleyman Soylu da xuyakirin ku Tirkiye rastî fişareke zêde ya koçberan hatiye û got, fişareke mezin a koçberan li ser sînorên Tirkiyê heye û nêzîkî 8 milyon koçber hewl didin derfetekê bibînin daku derbasî nav Tirkiyê bibin.
Soylu got: “2 milyon koçberên Efxan sînorên Îranê derbas kirine û berê xwe dane sînorên me. Li Idlibê 3.9 milyon koçber di bin çavdêriya me de ne û berê wan li Tirkiyê ye. Herwiha li navçeyên Cerablus, Ezaz û El-Babê 600 hezar kes hene û dixwazin bêne nav Tiriyê. Li Efrînê jî 350 hezar kes, li Til Ebyed (Girê Spî) û Rasul Eyn (Serê Kaniyê) jî 350 hezar kesên din berdewam hewl didin bêne nav Tirkiyê, û her demekê ku yek ji wan navçeyan rastî gefên emnî û serbazî hatine, ew hejmara zêde ya koçberan bi zexteke mezin ve berê xwe dane sînorên me. Ev jî astengî û metirsiyeke pir mezin e.”
Bi gotina Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, di 5 salên borî de wan rê ji derbasbûna zêdetir ji 2.5 milyon koçberan bo nav axa Tirkiyê girtiye û tekez kir, ew hewl didin bi avakirina dîwar li ser sînorê xwe yê bi Îranê re û bicihkirina sîstemên pêşkeftî ji bo çavdêrîkirina sînoran, rê ji hatina koçberan bigirin.