Li Stenbolê operasyona li dijî DAIŞê: 13 kes hatin desteserkirin
Rêveberiya Ewlehiyê ya Têkoşîna dijî Terorê li Stenbolê ji bo girtina gumanbarên ku ji bo DAIŞê dixebitin, operasyonek encam da.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hat ragihandin ku tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Têkoşîna dijî Terorê li Stenbolê ji bo girtina gumanbarên ku ji bo DAIŞê dixebitin, operasyonek encam da.
Hêzên ewlehiyê di çarçoveya lêpirsînê de li 10 navçeyan, li dijî 15 navnîşanan operasyonên hevdem pêk anîn û bi tohmeta endamtiya DAIŞê 13 gumanbar hatin desteserkirin.
Hat diyarkirin ku di lêgerînên navnîşanan de hêzên ewlehiyê dest danîn ser hejmarek belgeyên rêxistinê û kelûpelên dîjîtal.