Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Munichê ligel hejmarek rayedarên welatan dicive
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Almanyayê beşdarî Konferansa Asayîşê ya Munichê dibe.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Almanyayê di çarçoveya Konferansa Asayîşê ya Munichê de ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û hejmarek rayedarên payebilind ên welatan dicive.
Li gor bernameya hevdîtinan a li Munichê, Serokwezîr Mesrûr Barzan, ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, Wezîrê Derve û Cîgirê Serokwezîrê Urdinê Eymen Sefedî, Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusi Akar, Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr Ebdullahyan, Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, dê hevdîtinan pêk bîne.
Di hevdîtinan de, tevî pêwendiyên dualî û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên navçe û cîhanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê mijarên girêdayî asayîş û têkoşîna li dijî terorê û hewldanên navdewletî yên ji bo têkbirina terorê li Iraqê, gotûbêj bike.
Roja pêncşemê 17ê Sibata 2022yan piştî hevdîtin û civînên ligel rayedarên payebilind ên Qeterê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi mebesta beşdarbûna 58emîn Konferansa Asayîşê ya Munichê, gihîşte Almanyayê û ji aliyê rayedarên payebilind ve hat pêşwazîkirin.
Îro karên Konferansa Asayîşê ya Munichê birêve diçin û biryar e du roj bidome. Di konferansê de Herêma Kurdistanê bi awayekî berçav amade ye, ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî mêvanê konferansê ye û hejmarek hevdîtin ligel rayedarên payebilind ên beşdarên konferansê encam dide.
Herwiha li ser asta Iraqê jî, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên mêvanê konferansê ye.