Li Şamê di teqînekê de 4 zarok bûn qurbanî
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama teqîna bombeyekê ji paşmayên aliyên şerê Sûriyê de, zarokekî canê xwe ji dest da û 3 zarokên din birîndar bûn.
Ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) belav kir, li bajarokê Heresta yê ser bi Şamê ve, bombeyekê ji paşmayên grûpên terorist, di hejmarek zarokên ku li nêzîk goristanê dilîstin de teqiya.
Diyar kir, di encama teqîna bombeyekê de, zarokekî canê xwe ji dest da û 3 zarokên din jî birîndar bûn.
Wê ajansê destnîşan kir, zarokên birîndar ji bo nexweşxaneya hatin veguhastin û birînên hin zarokan giran e.