Serok Barzanî û şandeke Partiya Komonîst a Iraqê proseya siyasî ya Iraqê guftûgo dikin

Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Komonîst (Şiyoî) ya Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 19ê Sibata 2022an pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Komonîst (Şiyoî) ya Iraqê bi serokatiya sekreterê wê Raîd Fehmî kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û dawî pêşhatên nav proseya siyasî ya Iraqê hatin guftûgokirin.

Her di wê hevdîtinê de, guftûgo li ser biryarên Dadgeha Bilind a Federalî û bandora wê li ser rewşa giştî ya Iraqê hatin kirin.

Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Komonîst (Şiyoî) ya Iraqê kir