Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel endamên Encûmena Nûneran a Amerîkayê civiya
"Herêma Kurdistanê bi hemû şêweyan dakokî li mafên xwe yên destûrî dike."

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro şemiyê 19ê Sibatê roja duyem a Konferansa Asayîşê ya Munichê ligel endamên Encûmena Nûneran a Amerîkayê civiya.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li bajarê Munichê yê Almanyayê di çarçoveya Konferansa Asayîşê ya Munichê de ligel endamên Encûmena Nûneran a Amerîkayê Elissa Slotkin û Adam Schiff civînek pêk anî.
Di civînê de li ser rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê gotûbêj hat kirin.
Herwiha di civînê de amaje bi biryara herî dawî ya Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê hat kirin derbarê petrol û gaza Herêma Kurdistanê de û tekezî li wê yekê kirin ku ev biryar ji aliyê Herêma Kurdistanê ve nayê qebûlkirin û Herêma Kurdistanê bi hemû şêweyan dakokî li mafên xwe yên destûrî dike.


