Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Serokwezîrê Lubnanê civiya

Herwiha her du aliyan tekezî li ser pêwîstî û girîngiya bihêzkirina pêwendiyan kirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Munichê yê Almanyayê ligel Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro şemiyê 19ê Sibata 2022yan roja duyem a Konferansa Asayîşê ya Munichê ligel Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî civiya.

Di civînê de geşedan û guhertinên herî dawî yên Iraq û navçeyê û hewldanên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û pêwendiyên Lubnan û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha her du aliyan tekezî li ser pêwîstî û girîngiya bihêzkirina pêwendiyan kirin.

 

Fly Erbil Advertisment