Koşka Spî: Eger Rûsya êrîş bike, NATO dê hêzên xwe li rojhilatê Ewropayê zêdetir bike
“Deriyê dîplomasiya cidî yê Amerîkayê ji bo gotûbêjkirina ligel Rûsyayê vekirî ye.”
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harris diyar kir: “Eger Rûsya dest bi êrîşa ser Ukraynayê bike, NATO dê hêzên xwe li ser sînorê rojhilatê Ewropayê zêdetir bike.”
Kamala Harris li Konferansa Asayîşê ya Munichê ragihand: “Mafê gelan heye ku hikûmeta xwe destnîşan bikin, mafê welatan jî heye ku hevpeymaniyên xwe destnîşan bikin.”
Harris diyar kir: “Deriyê dîplomasiya cidî yê Amerîka û hevpeymanên wê yên li NATOyê û hevbeşên wê, ji bo gotûbêjkirina ligel Rûsyayê vekirî ye.”
Herwiha da zanîn: “Rûsya dibêje ku ew amade ye danûstandinan bike, lê di heman demê de deriyên dîplomasiyê digre.”
Cîgira Serokê Amerîkayê dibêje: “Eger Rûsya êrîşî Ukraynayê bike, Amerîka cezayê giran û bê pêşîne bi ser beşdar û handerên wê êrîşê de bisepîne.”
Kamala Harris destnîşan dike: “Eger rêya dîplomasiyê têk biçe, Amerîka ji bo her rewşeke jinişkave amade ye. Amerîka ji bo rêyên dîplomasiyê amade ye, ev bijardeya me ya li pêş e.”