'Hemahengkarê başûrê Iraqê û Kurdistanê' yê DAIŞê hat desteserkirin

Bi hemahengiya hêzên Dije-Terora Kurdistanê hat desteserkirin.

Hewlêr (K24) – Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl desteserkirina hemahengkarê giştî yê navbera "wîlayetên başûrê Iraqê û Kurdistanê" yê rêxistina DAIŞê, bi hemahengiya hêzên Dije-Terora Kurdistanê, ragihand.

Yehya Resûl di daxuyaniyekê de ragihand: “Li ser fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mistefa Kazimî û piştî serdana berhemdar a Serokê Dezgeha Dije-Terora Iraqê Ebdulwehab Sadî bo dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê, hemahengiya hevbeş û danûstandina zanyariyên hûr di navbera Dezgeha Dije-Terorê û dezgehên îstixbaratê yên Herêma Kurdistanê, prose hat encamdan.”

Resûl destnîşan kir: “Operasyona hevbeş ji bo desteserkirina daxwazkiriyan û terorîstên reviyayî yên DAIŞê û kesên navên wan di hêzên ewlehiyê de hatine tomarkirin, dest pê kiriye, ku piraniya wan nasnameyên xwe yên rastîn, sexte kirine û ji bo revîna ji yasayan, xwe guherandine.”

Herwiha eşkere kir: “Hêzên me yên wêrek karîn wî serkirdeyê çeteyên DAIŞê yê bi navê Mihemed Wehbî El Şicêrî desteser bikin, ku bi navê Ebû Ehmed tê nasîn û hemahengkarê giştî yê navbera 'wîlayetên başûr û wîlayeta Kurdistanê' yê çekdarên terorîstên DAIŞê bû, proseya çavdêrîkirina terorîstê jî ji aliyê palewanên me yên çavnetirsî li Rêveberiya Dije-Terora Kurdistanê li Hewlêrê hat encamdan.”