Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 13 kes revandin
Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 13 kes ji gundên Efrînê revandin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 13 kes ji gundên Efrînê revandin.
Jêderekî ji Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand; li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, li gundê Sêmalka yê ser bi nahiya Mabata, roja 17ê Sibata 2022yan Rêveberê Karûbarên Olî yê Efrînê Şêx Yûsif Ebdulezîz revandin.
Herwiha eşkere kir; çekdarên grûpa El Mutasîm Bîllah roja 31ê Çileya 2022yan, li gundê Be'dîna yê ser bi nahiya Raco, welatiyê bi navê Mihemed Mistefa desteser kirin.
Çekdarên grûpa Hemzat li nahiya Raco pênc welatiyên Kurd li gundê Qide revandin. Navên kesên revandî ev in: Husên Mihemed, Selah Menan Şêxo, Mihemed Heyder, Asya Mihemed Mûsa, Şukrî Husên Bakîr.
Li gundê Şadiriye yê ser bi nahiya Cindirêsê jî, 4 ciwanên bi navên Ferhad Elî, Mihemed Fewzî, Mihemed Hebîb û Şukrî Mihemed revandin û çarenûsa wan hîn ne diyar e.
Herwiha li gundê Mîrkan, roja 20ê Sibatê, du welatiyên Kurd ên bi navên Xelîl Husnî Hemdî û Mistefa Şêxo hatin revandin.