Li Kerkûkê veşargeheke DAIŞê hat dîtin

Çend veşargehên din jî li parêzgeha Selahedîn hatin topbarankirin.

Hewlêr (K24) – Li başûrê Kerkûkê veşargeheke rêxistina DAIŞê hat dîtin û çend veşargehên din jî li parêzgeha Selahedîn hatin topbarankirin.

Wezareta Navxwe ya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Hêzên Firqeya Pênc a Polîsên Federal, bi piştevaniya yekeyên hêzên dezgeha îstixbaratê û tîmên endazyarî yên rakirina mayînan û pûçkirina bombe û teqemeniyan, proseyeke ewlehiyê li geliyê Kerhe û Ebû Xenacir li başûrê Kerkûkê encam dan û veşargeheke çekdarên DAIŞê dîtin.”

Herwiha çend veşargehên din jî li sînorê Samera yê ser bi parêzgeha Selahedîn a Iraqê hatin topbarankirin.

Fly Erbil Advertisment