DEVA: Mafê zimanê zikmakî mafekî bingehîn û gerdûnî ye
Partiya Deva li Diyarbekirê bi civînek çapemeniyê pêşwaziya Roja Zimanê Zikmakî kir.

Diyarbekir (K24) - Partiya Deva li Diyarbekirê bi civînek çapemeniyê pêşwaziya Roja Zimanê Zikmakî kir. Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku mafê bikaranîna zimanê zikmakî li Tirkiyeyê bi taybetî ji bo Kurdan wek pirsgirêkek hebûna xwe diparêze.
Bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî Partiya Deva jî li Diyarbekirê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Serokê Şaxa Diyarbekir ê Devayê Cîhan Ulsen ve hat xwendin û hat amajekirin ku pirsgirêka bikaranîna mafêz Zimanê Zikmakî li Tirkiyeyê di serî de bo Kurdan xwe nîşan dide.
Ulsen bal kişand ku her çiqas Tirkiyeyê Peymana Mafê Zarokan îmze kiribe jî, ji bo maddeyên mafê zimanê zikmakî metirsiya xwe destnîşan kiriye û divê demildest vê metirsiyê ji holê rake û dema ku Tirkiye metirsiya xwe ji wê maddeyê vekêşe wê demê Tirkiye neçar dibe ku mafê perwerdehiya zimanê zikmakî di bin garantiya dewletê de pêşkêşî welatiyên xwe bike.
Cîhan Ulsen ku di heman demê de mafnas e, anî zimên ku mafê zimanê zikmakî mafek gerdûnî û bingehîn ê mirovan e û divê mirov bi zimanê xwe yê zikmakî bikaribin tevlî jiyana ekonomîk, çandî û civakî bibin û divê ev derfet jî were dabînkirin.
Di daxuyaniyê de Serokê Partiya Deva yê Şaxa Diyarbekir da zanîn ku li cîhanê 2 hezar û 500 û li Tirkiyeyê jî 18 ziman di bin metirsiya nemanê de ne û her wiha hişyarî hat dayîn ku zaravayê Zazakî yê Kurdî jî di bin metirsiyeke ciddî de ye.