Platforma Ziman û Tora Ziman nexşerêya hevbeş ji bona Zimanê Kurdî ragihand

Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çandî Kurdî îro di Roja Cîhanî ya Zimanê Zikmakî de nexşerêya hevbeş ji bona Zimanê Kurdî ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çandî Kurdî îro di Roja Cîhanî ya Zimanê Zikmakî de nexşerêya hevbeş ji bona Zimanê Kurdî ragihand û diyar kir, ew ê heta Roja 15 ê Gulanê, ango roja zimanê Kurdî, bi saziyên têkildar re semîner, panel û konferansa lidar bixine. Herwiha pêşniyar dikin ku Newroza sala 2022an, bibe Newroza Zimanê Kurdî.

Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çandî Kurdî îro di wê derbarê de daxuyaniyek belav kir û ev jî naveroka wê ye:

Di Sala 2022 An De Nexşerêya Hevbeş Ji Bona Zimanê Kurdî

Piştî bi dawîkirina kampanya ya 21 Sibatê, divê xebat ji bona mafê zimanê Kurdî her berdewam be. Zimanê me hebûn, nasname û rûmeta me ye. Em divê van nirxan hertim bînin ziman û dubare bikin. Pirsa ziman bi gelek haweyan divê di rojeva siyaset û civaka Kurdan hergav mişt bike. Em di wê bahweriyê de ne ku rengê siyaset û civaka Kurdî her divê Kurdewar be. Ji ber van sedeman Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi hevdû re biryar dane ku em bi hevdû re kar bikin, karê xwe qordîne bikin û her sazî di warê xwe de, xebata xwe ji bona mafê ziman Kurdî berfirehtir bike. Divê em bi hevdû re pirsa zimanê Kurdî geştir bikin û pirsa zimanê Kurdî di asteke bilindtir de, di nava civaka Kurdan de, di nava hêzên desthilatdarî û oposizyona Tirkîyê de bixînin rojeva siyasetê.

Platforma Ziman û Tora Ziman wê ji siyaseta Kurdan bixwaze ku Newroza sala 2022 bibe Newroza zimanê Kurdî. Ne tenê li bajarekî lê belê li hemû deverên ku Newroz lê werin pîroz kirin, divê xaleke sereke li ser pirsa zimanê Kurdî be. Ne tenê siyasetmedar li ser pirsa ziman axavtinan bikin, lê divê rewşenbir, nivîskar, helbestvan, seyda, hunermend û kesayetiyên cüda di qada Newrozan de li ser pirsa ziman biaxivin. Hemû kesên ku di vê mijarê de bi axivin jî, ji gelê Kurd vê pirse bikin; hûn dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî? Bi dengekî bilind ev daxwaz erêkirin wê bibe weke referandûmek ji bona mafê zimanê Kurdî. Em di vê bahweriyê de ne ku emê bi milyon dengan bidin hevdû.

Dîsa di xebat û çalakiyên roja 8 ê Adarê de emê heman daxwazan dubare bikin. Li vir jî wê jinên Kurd û hevalbendên wana daxwaza ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî weke referandûmekê bidin dengdanê. Erêkirina vê daxwaze wê di gelek waran de moralê xemxûr û xebatkarên zimanê Kurdî bilind bike.

Weke Platform û Tor em dixwazin şax û perên xwe li hemû bajarên Kurdistanê û metropolan berfirehtir bikin. Tevgereke zimanî sazbikin. Divê xebata ziman li her deverê berfireh bibe. Her sazî di warê xwe de xwe tekûztir bike, bi hevdû re alîkar be û xebata xwe bigîhînê derdorên cuda.

Bi medya Kurdî re têkilîyên bi rêkûpêktir saz bike û daxwaz bike ku medya Kurdî giringiyê bide pirsên Zimanê Kurdî. Xebata Platform û Torê bi hemû saziyên medya Kurdî re divê di nava hemahengîyeke dostane de derbas bibe. Medya Kurdî di gelek xalan de hertim dibe alikar ji bona ku mafê zimanê Kurdî bikeve rojeva siyaset û civakê.

Heta Roja 15 ê Gulanê, ango roja zimanê Kurdî Platform û Tor bi hevdû re û bi saziyên têkildar re semîner, panel û konferansa lidar bixine. Bi taybet jî li ser pirsa ziman û jin, ziman û netewe, ziman perwerde, ziman û hiquq, ziman û siyaset ûhw çalakîyan lidar bixîne. Zimanê me her di rojevê de be. Li gori şert û mercan jî konserên mûzikê bi hunermendan re amade bike. Dîsa bi gelê xwe re, li deverên neqandi civinên li ser zimanê Kurdî bi dayîk û bavan re, bi ciwanan re gotubêj bike, giringiya zimanê Kurdî derxinê holê û astengiyên di nava gel de çine, rê û rêbazan jî bi beşdaran re niqaş bike…

21 ê Sibatê - Amed

Platforma Zimanê Kurdî

Tora Ziman û Çandî Kurdî

Fly Erbil Advertisment