Mela Bextiyar: Biryara Dadgeha Federalî di vê demê de şerfirotin e
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar ragihand, biryara Dadgeha Federalî ya derbarê petrol û gaza Herêma Kurdistanê de şerfirotin e û ji bo rûbirûbûna vê pêngavê, divê Herêma Kurdistanê komîteyên navxweyî û cîhanî ji bo vê pirsê pêk bîne.
Mela Bextiyar îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Du rehendên vê pirsê hene, eger Dadgeha Federalî behsa petrol ku berî rûxandina rêjîma berê hatiye derxistin dike û eger Herêma Kurdistanê ti petrol berî wê demê derxistibe, bila daxwaza wê bike, lê eger Bexda bibêje ku hemû petrola Herêma Kurdistanê ya dernexistî ya min e, pêwîst e hemû alî berevaniyê li Herêma Kurdistanê bikin.”
Mela Bextiyar got jî: “Pêwîst e Herêma Kurdistanê tîmek ji pisporên navxwe û cîhanî pêk bîne, ji bo kar li ser vê dosyeyê bike.”
Tekez kir jî, pêwîst e Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna biryara dadgehê, pişt bi deqên destûrî girê bide, ji ber ku ev pirs tenê bi redkirinê çareser nabe.
Mela Bextiyar got: “Biryara Dadgeha Federalî di vê demê de, şerfirotin e, di demekê de ku niha li Iraqê gelek pirsgirêk hene û çareser nebûne.”