Şingal.. 7 gorên din ên bikomî tên vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Şingalê îro 7 gorên din ên bikomî tên vekirin û tê pêşbînîkirin, termê zêdetir ji 70 kesî di wan goran de hebin.
Muxtarê gundê Herdan ê ser bi nahiya Sinûnê ve Hesen Qasim ji K24ê re ragihand, niha kar ji bo vekirina 7 gorên bikomî tê kirin û tê pêşbînîkirin, 70 term di wan goran de hebin.
Berî çend rojan, Berdevkê Komîsyona Lêkolîn û Berhevkirina Delîlan li Duhokê Nêçîrvan Silêman ragihandibû, tîmeke navdewletî dê dest bi vekirina gorên bikomî li Şingalê bike.
Silêman diyar kir, hejmara gorên bikomî li Şingalê gihîştiye 105an, di nav wan de qurbaniyên Êzîdî yên ji aliyê DAIŞê ve di sala 2014an de hatin kuştin hene.
Herwiha da zanîn jî, tîma niştimanî ya hevbeş, bi hevkariya tîma navdewletî heta niha 27 gorên bikomî li Şingalê vekirine.
Dîroka gorên bikomî yên li Şingalê, vegedere sala 2014an ku wê demê çekdarên DAIŞê êrîşî Şingal û gundê wê kirin û hejmareke mezin ji xelkê kuştin û hejmareke din jî revandin.
Piştî ku Encûmena Asayişa Navdewletî razemendî li ser lêkolînên di tawanên DAIŞê de di sala 2017an de nîşan da, niha tîmeke Netewên Yekgirtî bi serokatiya parêzer Kerîm Esed Kerîmxan mijûlî lêkolînê ye.
Tîma ser bi Netewên Yekgirtî ve yekem gora bikomî ya ji aliyê DAIŞê ve hatiye hatiye encamdan, di Cotmeha 2018an de li gundê Koco yê Şingalê vekiribû.