Li Diyarbekirê 26 endamên rêxistineke çekdarî ya qumarê hat binçavkirin

Diyarbekir (K24) – Ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê û Asayîşa Diyarbekirê ve piştî çavdêriya 6 mehan bo rêxistinek neyasayî ya çekdarî operasyon hat lidarxistin û serokê rêxistinê di nav de 26 kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekir û Asayîşa Diyarbekir ev 6 meh in çavdêriya rêxistinek neyasayî ya çekdarî ya qumarê dike.

Piştî peydakirina 32 navnîşanên 26 endamên rêxistinê jî bi beşdariya 300 polîsan li Diyarbekir û Stenbolê operasyon hat li darxistin. Di encama operasyonê de 26 kes hatin binçavkirin ku serokê rêxistina neyasayî G.R jî di nav binçavkiriyan de ye.

Hat ragihandin ku endamên rêxistinê ji bo ku kifş nebin hesabên bankeyan jî bi kar neanîne û hemû dahatên xwe di pereyên kripto de yên wek bîtcoînê de bi kar anîne.

Li xanî, kargeh û wesaîtên endamên rêxistinê de lêgerînên polîsan berdewam in.

Tê pêşbînîkirin ku hemû kesên hatine binçavkirin bo Avahiya Asayîşa Diyarbekir werin veguhestin û dê li wê derê îfadeya wan were standin.