Herdu biryarên Putin di sîstema zanyariyê ya Rûsyayê de hatin belavkirin

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ferman da artêşa welatê xwe ku aştî û seqamgîriyê li her du komarên Donetsk û Luhansk biparêzin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ferman da artêşa welatê xwe ku aştî û seqamgîriyê li her du komarên Donetsk û Luhansk biparêzin.

Du biryarên nasîna komarên Donetsk û Luhansk ku ji aliyê Vladimir Putin ve hat îmzekirin, di sîstema zanyarî ya Rûsyayê de hat belavkirin.

Vladimir Putin ferman daye artêşa welatê xwe ji bo parastina aştiyê li wan herdu komaran, çalakiyên pêwîst encam bidin.

Tevî vê yekê, Putin ferman daye Wezareta Derve ya Rûsyayê ku li ser pêkanîna pêwendiyên dîplomasiyê ligel herdu komaran rêkeftinê encam bidin.

Putin tekez kiriye; herdu biryar ku her yek ji wan ji pênc maddeyan pêk tên, ji roja îmzekirinê ve ketiye warê cîbicîkirinê.

Serokê Rûsyayê diyar kiriye ku Ukrayna xaka Rûsyaya kevn e û gotiye: “Dîrokê îsbat kiriye ku Lenîn damezrînerê Ukraynayê ye.”

Putin destnîşan dike ku Ukraynaya hemdem li ser hesabê axa Rûsyayê ya dîrokî hatiye damezirandin. Bolşevîkiyan bi zorê Donbass bi Ukraynayê ve kirin yek. Tevî hîle û talana Rûsyayê jî, gelê me piştî jihevbelavbûna Yekîtiya Sovyetan, hemû welat nas kirin.

Vladimir Putin dibêje; neteweperestên Ukraynayî bi desteka rojava, ji ber gendeliyê di sala 2014'an de sûd ji saziyên dewletê wergirtin. Neteweperestên ku li Ukraynayê desthilatdarî bi dest xistin, pêleke ji teror û kuştinê organîze kirin û nehatin cezakirin.

Herwiha diyar dike ku tevlîbûna Ukraynayê bo NATO'yê, gefeke rasterast li ser Rûsyayê ye.NATO Rûsya dijbera xwe ya sereke dibîne û Ukrayna jî dê wek pire be da ku êrîşî li me bê kirin.