Parlamentoya Rûsyayê daxwaza Putin pesend kir
Daxwaza Vladimir Putin a ji bo bikaranîna hêzê li derveyî sînorên Rûsyayê hat pesendkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Encûmena Federal a Rûsyayê (Parlamento) Valentina Matviyenko ragihand; daxwaza Vladimir Putin a ji bo bikaranîna hêzê li derveyî sînorên Rûsyayê hat pesendkirin.
Di biryarnameya Parlamentoya Rûsyayê de hat diyarkirin ku projebiryar bi dengên 153 senatorên Rûsî ve hatiye pesendkirin.
Herwiha di biryara parlamentoyê de hatiye eşkerekirin: “Encûmena Federal daxwaza Serokê Rûsyayê ji bo bikaranîna hêzê li derveyî axa Rûsyaya Federal li gor bingeha yasaya navdewletî pesend kir.”
Projebiryar tekezî li wê yekê dike ku biryardana hejmara hêzên çekdar û deverên operasyonên wan û dema mana wan hêzan li derveyî sînor, di desthilata Serokê Rûsyayê de ye.
Herwiha hatiye eşkerekirin ku ev biryar piştî derketinê, rasterast dikeve warê cîbicîkirinê.